EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Nirxandina giştalî ya Civata Cehanî ya Navokî li bara rêketina navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê

Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê şeva buhurî piştî hevdîtina tev Êgênt Rayzîng rêvebirê giştî yê Civata Cehanî ya Navokî li Londonê got: Îranê rêvebirê giştî yê Civata Cehanî ya Navokî gazî kirîye ku serdana Têhranê bike û bi pêkanîna komîteyeke teknîkê, çalakîyên navokî yên Îranê bi awayekî tam binirxîne.

Alîkarê serokê Komara Islamî ya Îranê herviha got: Heke Civata Cehanî ya Navokî komîteyeke karkirinê ya pêkhatî ji pisporên sîyasî û teknîkê jibo hilkolandina çawanîya cihanîna rêketinama navokî pêk bîne, ev yeka dikare raya giştî ya cehanê haydar bike kîjan alîyî sozên têkildarî rêketinama navokî cih anîne û kîjan alîyî cih neanîne.

Salihî li bara hevkarîyên zanistî-navokî jî got: Zanîngehên navdar ên navokî yên cehanê yê bi zanîngehên Îranê ra bi rêka întêrnêtê û şebekeyên civakî hevkarîyê bikin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê jibo pişkdarîya li civîna salê ya Civata Cehanî ya Navokî roja pêncşemê derbasî Londonê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu