ÎranNûçeRojhilatanavin

10 îranî li ulempiyada cîhanî ya istêrknasî û fîzîka istêrknasiyê ya Hindistanê beşdar bûn

Mehdî Xakiyan Qumî rêbereê navenda lêkolên ciwan li Îranê got: Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê dê 10 heya 20 Kanûna2016an li Hindistanê bê li darxistin.

 Mehdî Xakiyan Qumî roja sêşemiyê li gotûbêja  bi IRIB Newsê re bala xwe da ser vê yekê ku ji Îranê 10 kesên bijartî li Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê beşdar bûne û got : Li qonaxa ewil a hejmara beşdaran 4 hezar kes bû ku ev 10 kes bi serketin li  ceribandinên  curbicur derbasî qonaxa dawiyê bûn.

Vî mamosteyê fîzîkê yê zanîngeha Emîr Kebîra Têhranê kêfxweşiay xwe li bara asta zanistî ya van deh kesan da xûyanê û hêvî kir nunerên Îranê li Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê li Hindistanê bi medalên xweşreng jibo Îranê şanaziyê bînin.

Karnama  Îranê li 4 dewran li Ulempiyada cîhanî ya isterknasî û fîzîka isterknasiyê li 4 salên buhurî bidestxistina  pilên curbicur ji pila yekê heya pila pêncan bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu