IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê: Bexdadî milîtanên xwe li cih hiştin û reviya

Fermandarê operasyonên taybet ên hêza dijteror a Iraqê Lîwa Rukin Meinî Seidî ji El Erebiye re ragihand ku rêxistina terorîst a DAIŞ şikestiye û niha emîrên rêxistina terorîst a DAIŞê hewla revê û derketina ji Iraqê dikin ku berê xwe bidin welatekî din.

Fermandar Rukin Meinî Seidî di berdewamiya axaftina xwe de got: Xelîfeyê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ber bi cîheke ne diyar ve reviye û milîtanên xwe ji bo mirin û kuştinê di destê hêzên artêşa Iraqê de hiştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu