BehreynNûçeRojhilatanavin

Çekdarên Alê xelîfe nehiştin ku Nimêja Îniyê li El Durazê cih were

Çekdarên Rêjîma Alê Xelîfe ya Behrêynê di pêncî û yekemîn heftiya li pey hev rê li ber lidarxistina Nimêja Îniyê li navçeya El Durazê girtin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, welatiyên behrêynî ku karîn ji bo nimêja îniyê xwe bigihînin Miz gefta Îmam Sadiq (S), nimêja xwe bi awayekî takekesî xwendin û cinayetên zalimane û firqeşopiya Rêjîma Alê Xelîfe şermezar kirin.

“Hevpeymaniya Ciwanên Serhildana 14`ê Sibatê ya Behrêynê“ jî li peyamekê li ser Twitter`ê nivîsî: “Rêgirtina Rêjîma Alê Xelîfe li hemberî lidarxistina Nimêja Îniyê cinayeta zalimane û firqeşopî û kînajotina vê rêjîmê dijî şîeyên Behrêynê ye“.

Lijneya Mafên Mirovan a Behreynê jî bi daxûyaniyekê ragihand: “Eva zêde ji salekê ye ku mafê serbixwetiya welatiyan li warê dînî da tê binpêkirin`.

Lijneya mafên Mirovan a Behreynê her wiha dewama kiryarên rayedarên Behrêynê ji bo pêkanîna hikûmeta leşkerî bi saya bikaranîna şopandinên dadwerî û ewlehiyê û jinavbirina maf û azadiyê bi tundî şermezar kir.

Eb daxûyanî her wiha radigihîne ku: Întirnêt li navçeya El Durazê an qut bûye an hatiye parzûnkirin û hatûçûna rûniştiyên navçeya El Durazê û kesên ku dixwazin bikevin vê navçeyê, bi dijwarîpêk tê.

Behrêyn ji sala 2014`an va bûye qada serhildana gel li dijî Rêjîma Alê Xelîfe.

Gelê Behrêynê li dû azadî, edalet û wêdadayîna cihêkariyê ne û daxwaza hikûmeteke biajrtî ji aliyê gel li welatê xwe dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu