NûçeRojhilatanavinSûriye

100 kesên çekdar li Helebê teslîmî artêşa Sûriyê bûn

avkaniyên nûçan roja çarşemiyê ragahndin ku nêzîkî 100 kes ji endamên çekdar û neyar, piştî ku xwe radestî hêzên artêşa Sûriyê li Helebê kirin, tevlî plana aşitiya neteweyî ya Sûriyê bûn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, kesên hanê li çarçoveya efûya neteweyî û bi amadebûna  li navenda  îst û lêgeriyê li navça  Minbicê li derdora  Heleba  Sûiyê xwe teslîmî hêzên artêşa vî welatîkirin.

Li gorî vê raporê,  kesên teslîmbûyî bi dayîna nasname û belgeyên  xwe bo hêzên artêşa Sûriyê, daxwaza hilkolandina  rewşa xwe li gorî bernama  aşitiya neteweyî li vî welatî kirin.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê sala 2015`an  fermana  aşitiya neteweyî li vî welatî wajo kir. Li gorî fermana  serokkomarê Sûriyê, hemî kesên ku çekan radikin an ji destê qanûnê revîne, heke  xwe ş çekên xwe radest bikin, dê werin baxişînê.

Başa dön tuşu