NûçeRojhilatanavinSûriye

13 çekdaran terorîstên Fetih El Şamê hatin kuştin

Di encama çend êrîşên asmanî de li ser gundewarên Idlibê hejmarek fermande û çekdarên Eniya Fetih El Şam hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, roja Çarşemê, firokeyên bêpîlot ku tê texmînkirin yên Hevpeymaniya Navdewletî ne,  2 otomobîlên leşkerî yên Eniya Fetih El Şam kirine armanc.

Di encama êrîşê de 13 çekdarên rêxistina navborî, ku fermandar jî di nava wan de hene, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, firokeyan 2 otomobîlên çekdarên DAIŞê li nêzîkî bajarokê Seraqib kirine armanc û di encamê de 5 çekdar hatine kuştin ku herdû fermandeyên Eniya Fetih El Şam Ebû Enes el-Misrî û Ebû Îkrîme el-Tunisî jî di nava wan de bûn.

Li gorî heman çavkaniyên xwecihî, balafiran çend motorên çekdarên rêxistina navborî li ser duryana navdewletî, nêzîkî Seraqib, kirine armanc û di encamê de 8 çekdarên din hatine kuştin.

Eniya Fetih El Şam, ku berê navê wê Cebhet el-nusra bû, ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve li gel DAIŞê weke rêxistineke terorîst hatiye destnîşankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu