NûçeFilistînRojhilatanavin

Berxwedana Filistînê li Xezeyê bi êş û elem li leşkerên Îsraîlî da

Rojekê piştî ku serokwezîrê dijminê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji hewla dîplomatîk a ji bo bidawîanîna şerê siyonîstan li ser Xezeyê têk birin, berxwedêrên filistînî derbeyek mezin li hêzên dagirker li devera Kerem Ebû Selîm li navça Xezayê xistin.

Li encama êrişa mûşekî ya berxwedana Filistînê bo ser tesîsên eskerî yên Îsraîlê li vê navçê, 2 eskerên siyonîst hatin kuştin û 7 esker jî birîndar bûn ku yek ji wan giran e.

Tûgayên El-Qessam bi hevkariya Tugaya El-Quds, hêzên siyonîst ên li eksena ‘Netzarim’ê bi cih bûne, bi roketên ‘107’ ên menzîl kurt bombebaran kirin. Hat ragihandin ku helîkopterên Îsraîlê leşkerên birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu