IraqNûçeRojhilatanavin

13 terorîstên DAIŞ’ê li nîzikiya Bexdayê hatine kuştin

Bingehên ewlehiya Iraqê ragihandin ku 13 terorîstên DAIŞ’ê li nîzikiya Bexdayê hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA’yê, Wezareta berevaniya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku li operasiyonekî dijî terorîstan li derûdora Bexdayê 9 terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku tirombîlekî tijî çek û sîlah û madên teqandinî hevrê digel terorîstan teqî û derbeyekî giran li terorîstan ket.

Herwisa artêşa Iraqê ragihand ku li êrişa hewayî yên firokên şerî yên Iraqê dijî pêgehên terorîstan li navçên El-Kereme, El-bûşecel û Nazim Teqsîmê li parêzgeha El-Enbarê 4 terorîstên dine DAIŞ’ê li rojavaya Iraqê hatine kuştin.

Terorîstên DAIŞ’ê ji meha Joena sala 2014 şûnda birek ji navçên bakûr û rojavaya Iraqê dagîr kirine. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu