14 zanîngehên îranî di nav zanîngehên herî baş ên cîhanê de ne

Berpirsê Bingeha Belgemendiya Zanistan a CÎhana Îslamê (ISC) ragihand ku 14 zanîngehên îranî di nav zanîngehên herî baş ên cîhanê de cih digirin.
Li gor ajansa nûçeyan a Mehrê Berpirsê Bingeha Belgemendiya Zanistan a CÎhana Îslamê Muhemed Cewad Dêhqanî got: Li gor lêkolînên rêzbendî û derecebendiyê ya navenda Lêkolînên Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Layden li sala 2016 nîşan dide ku hejmara zanîngehên îranî li vê derecebendiyê zêde bûne û gihêştiye 14 zanîngehan.
Li gor vê raporê li sala 2016, zanîngehên Tehran, Senetiya Emîr Kebîr, Zanista Dixtoriya Tehranê, Senetiya Şerîf, Perwerdehiya Fêrkaran (Terbiyet Muderis), Zanist û Pêşeyê ya Îranê, Senetiya Îsfehanê, Zanîngeha Şîrazê, Ferdosiya Meşhedê, Zanîngeha Tewrîzê, Şehîd Behêştiya Tehranê, Zanistên Tibê ya Şehîd Behêştî, Xwace Nesîredîn Tûsî û Îsfehanê li dewra nû ya derecebendiyê ji aliyê Layden cih girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)