ÎranNûçeRojhilatanavin

Şemxanî: êrişên Helebê bê bersiv namînin

Sekretirê kunseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê ; Amerîka wekî sebebkarê istifada nedurist ji agirbesa Helebê daye zanîn û ragihand ku ev êrişane bê ik bê bersiv namînin.

Elî Şemxanî Sekretirê kunseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê li gotûbêja xwe ya tev IRIB News’ê li bara alûgorên vê dûmahîkê li bajarê Heleba Sûriyê got: : Amerîka û hevalbendên vî welatî yên navçeyî sebebkarên sereke yên êrişa terorîstan ser Helebê ne û eva nîşan dide ku terorîstan bi parpiştiya van welatan agirbes wekî hegerekî sereke bona êrişa ser hêzên sûrî dane zanîn.

Sekretirê kunseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê li bara rûdawên nav bajarokê Xan Tûmanê jî got: Ev êrişên ku bo ser hêzên gelanî û hêzên berxwedanê li Sûriyê û bitaybet li Xan Tûmanê hatine kirin, karê grûpa Cêyîşul-Feth nebûye, belkê grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreh ji agirbesa nav Helebê istifada nedirust kir û hema li mecalekê 3 aliyên Xan Tûmanê girtin ku artêşa Sûriyê bi aliyê hêzên gelanî karîn 2 pişkên vî bajarokî bigrin û aliyê din jî dê bi vê zûtiyê ji destê terorîstan bê girtin.

Sekretirê kunseya bilind a ewlehiya netewî ya Îranê li bara viya ku terorîstan li Xan Tûmanê ji agirbesa Helebê istifada ne qanûnî kiriye jî ragihand ku Îran û hevalbendên xwe yanî Sûriye, Rûsiya û Hizbullaha Lubnanê vê êrişê wekî binpê kiria agirbesê dizanin û bi şîdet vê êrişa terorîstan mehkûm dike û bê şik ev êrişa bê bersiv namîne.

Çend meh berî niha hêaên artêşa Sûriyê bi alîkariya hêzên gelanî karîn bajarokê Xan Tûmanê ji destê terorîstan azad bikin, lê çend roj berî niha terorîstên tekfîrî ji agirbesa Helebê li bin çavdêriya Amerîka û Rûsiyayê istifada nedirust kirin û êrişî ser hêzên sûrî û musteşarên îranî kirin û ev parek ji wê navçê dagîr kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu