NûçeRojhilatanavinSûriye

17 sivîl li Hesekê bûn gorîyê êrişa balafirên cengê yên Hevalbendîya Dijî DAIŞ`ê

Televîzyona dewleta Sûrîyê ragihand ku 17 sivîl bûn gorîyê êrişa balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo dijî DAIŞ`ê.

Li gorî rapora televîzyona dewleta Sûrîyê, ew 17 sivîl di encama êrişa balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê li gundê Hemadî ser bi Hesekê de hatin kuştinê.

Li gorî nûçeyeke din piştî paqijkirina bajarokên Beyt Sehm, Yelda û Bebîlayê li başûra Şamê û bilindkirina alaya Sûrîyê li deverên hanê, vegera awareyan bo malên xwe ji sietên destpêka ragihandina paqijkirina van navçana destpê bûye û heta niha bi sedan malbat zivirîne van du bajarokana.

Li gorî lihevkirina artêşa Sûrîyê û komên çekdar û têrorîst koma heftem û dawîyê ya têrorîstan û kesên çekdar duh ji bajarokên li başûra Şamê derketin.

Otobosên dewleta Sûrîyê jî ji bo veguhestina çaremîn koma têrorîstan ji bakûra Humsê û başûra Hemayê û ber bi bakûra vî welatî, derbasî şarê Restenê li 20 kîlomêtrîya şarê Humsê bûn.

Di vî halî de, çavkanîyên ser bi neyarên sûrî jî basa pêkanîna hevalbendîyeke nû ya pêkhatî ji têrorîstên Artêşa Azad li Idlibê ku Enqere pişta wan digire, kir û ragihand: Komên çekdar ên li Idlibê û yên herî girîng Feyle ul Şam, Suqûr ul Şam, Artêşa Azad a Idlibê, Ceyş ul Nesr û Ceyş ul Ehrarê lihev kirin ku tevlî qaşo Bereya Rizgarkir a Netewî bibin.

Başa dön tuşu