MisrNûçeRojhilatanavin

19 çekdarên DAIŞê li Misrê hatin kuştin

Wezareta navxwe ya Misirê kuştina 19 çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê ragehand.

Di beyanameyekî wezareta navxwe ya Misirê de hat ragehandin ku tîmên îstixbaratê zanyariyên derbarê binkeyekî DAIŞê yê li navçeyekî çiyayî yên çolên rojavayê parêzgeha Elmanya bidest xist û ew agahî kom kirin.

Beyanameyê de hat gotin, di êrîşa artêş û hêzên ewlehiya Misirê ya ser wî binkeyê DAIŞê de, ku berpirsbûn di êrîşa terorîst a ser mesîhiyan de 19 ji wan çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Roja Înê 02.11.2018ê hejmarek çekdaran êrîş kirin ser otobûsekî veguhestina mesîhiyan a nêzîk dêra Elenba Samoîl a li parêzgeha Elmenya ya başûrê Misirê. Ji ber wê êrîşê 7 hemwelatiyên mesîhî jiyana xwe ji dest dan û 13 hemwelatiyên din jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu