AsyaCîhanÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Cabirî Ensarî hêviya xwe bo encamên erênî yên civîna Astaneyê diyar kir

Cîgirê warê erebî û Afrîqayê yê wezîrê karên derve yê Îranê berî terikandina Astaneyê li gotûbêja digel têlêvîziyona neteweyiya Qezaqistanê got: Civîna Astaneyê ji yekem hewildanên navçeyî û navneteweyî ye ku em hêvî dikin aştî û aramiyê li Sûriyê pêk bîne.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRIB News`ê, Hisên Cabirî Ensarî destnîşan kir: Biryar nîne ku hewildanên navçeyî û navneteweyî dewsa gotûbêjên din ên navneteweyî li bara aştiya li Sûriyê bin, belki dê hevdem digel hewildanên navçeyî û navneteweyî û wek kamilkerek ji bo pêvajoyên aştiya navneteweyî li Sûriyê bin.

Cabirî Ensarî û taxima siyasî ya Îranê li gotûbêjên Qezaqistanê berbanga pêncşemiyê Astane terikandin û berê xwe dan bajarê Almatiyê.

Taxima Îranê piştî rawestaneke yeksaetî li Firokexaneya Almatiyê, dê berê xwe bide Têhranê.

Gotûbêjên Aştiya Sûriyê li Astaneya patexta Qezqqistanê, bi dahênerî û xuliqkariya Komara Îslamî ya Îranê, Rûsiye û Tirkiyê roja duşemiyê dest pê bûn û roja sêşemiyê jî bi dawî hatin.

Di daxûyaniya dawiyê ya civîna Astaneyê da li ser parastina yekparçetiya axa Sûriyê li ser esasa biryarnameyên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha dewama gotûbêjên siyasî di navbera dijberan û dewleta Sûriyê li ser esasa biryarnameya 2336`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY pêgirî hat kirin û her cûre çareseriya leşkerî ya qeyrana Sûriyê hatiye redkirin û hatiye ragihandin ku şer û pevçûnên li Sûriyê gere ku li ser esasa biryarnameya 2254`ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY û pesendnameyên pêkhatî li civînên welatên piştgira Sûriyê bi dawî bên û rê ji bo hawargihaniya bo gelê şerdîtî yê vî welatî li çarçova biryarnameya 2165`ê xweş bibe.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an va bi êrîşa berfire a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji wan Tirkiyê ji bo serûbinîkirina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê vî welatî dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu