CîhanEwropaNûçe

19 kuştî û birîndar li encama gullereşandinên roja çarşemiyê ya Emerîkayê

Li encama gullereşandinên roja çarşemiyê li Emerîkayê, 10 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, li encama gullereşandinên li bajarê Grandîlê li eyaleta Alabamayê, sê kes hatin kuştin.

Li encama gullereşandinê li her yek ji bajarên  Cûlyêtê li eyaleta Îlînoy, Ceksonvîl li Florîdayê, Rasîn li Vîskansenê, Makan li Corciyayê, Lîkviyo li Karolînaya başûrî, Agosta li Corciyayê jî kesk hat kuştin.

Her wiha li encama  gullereşandina li bajarê Bronksê li eyaleta Niyoyorkê, sê kes birîndar bûn.

Li encama gulleavêtinên  her yek ji bajarên  Dinorê li Koleradoyê, Talahasiyê li Florîdayê, Norfolk li Vîrcînyayê, Bostonê li Masaçosêtê, Berklî li Karlînaya  başûrî, Parkton li Karolînaya bakurî û Spring Fîld li Ohayoyê jî kesek birîndar bû.

Salê bi hezaran kes li encama gulleavêtina li cihên curbicure Emerîkayê tên kuştin an birîndar dibin.

Tevî adxwaziyên  grûpên  alîgirê mafên mirovan a welatîbûnê li Emerîkayê, ji ber qaweta lobiya çekan heya niha  tu yek ji dewletên Emerîkayê nekarîn hin qanûnan li bara  sînordakirina  firotina çekan li vî welatî kivş bikin.

Eva li halekê ye ku  Donald Trump serokkomarênû yê Emerîkayê yek ji alîgirên sereke yên çekdarên emerîkî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu