ÎranNûçeRojhilatanavin

19`ê Gulanê; Roja ku gelê serfiraz ê Îrana Îslamî hemaseyê dixuliqîne

Îro demjimêr 8 li gorî dema Têhranê dema diyarkirî ya lidarxistina hilbijartina îsal a Îrana Îslamî gihîşt û di yekemîn kêlîka dengwergirtinê da Rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî (du deyqeyan piştî destpêbûna dema dengwergirtinê) çû navenda dengwergirtinê û piştî avêtina dengê xwe nav sindoqên dengan, got: `Bila gel pirtir û her çi zûtirkê bên dengê xwe bidin; Çarenivîsa welêt di destê gel da ye`.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî tevî sipasiya ji Xwedayê teala ji bo nêmeta gelserweriyê û amadebûna li hilbijartinê, got: `Bi şukra Xwedê gelê me jî şukra vê nêmetê dikin; Ji ber ku hûn dibînin ku ewna beşdariyê dikin`.

Wî tevî şîretkirina li xelkê ji bo herî pirtir beşdarîkirina li hilbijartinê, got: `Bila gel herî zûtir bê û dengê xwe bide; Ez bi bawer im ku divê meriv karê xêr di destpêka wextê wî da pêk bîne û nexe derengiyê`.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hezretê ayetullah Xamineyî hilbijartina serokomartiyê girîng zanî û got: `Çarenivîsa welêt di destê yekayekê gel da ye ku serokê saziya cihêner hildibijêrin; Bila bala xwe bidin ser girîngiya vê yekê`.

Wî hilbijartina Konseyênn Gund û Bajaran jî girîng zanî û got: `Çimku kesin tên bijartin ku xizmetên şar û gundan yanê pirsgirêkên û babetên rojane yên gel di destê wan da ye; Ew jî girîng e. Bila bi hezkirina Xwedê bi diqet û bi baldarî li hilbijartinê beşdar bibin. Eva şîreta min li yekayekê gel e`.

Bi mehan e ku mijara hilbijartina îsal a Îranê him ji bo îraniyan û him ji bo gellek ji welatên cehanê ketiye rojevê û gellekan roj dihejmêrtin ku bigihêjin vê rojê da ku him encama wê û him amadebûna gelê Îranê bibînin.

Dengwergirtina ji îraniyên derveyî welêt li welatên rojhilatî pêştir ji demjimêra destpêbûna dengwergirtinê li Îranê (ji ber pêşdatir bûna rojhilatinê) dest pê bûbû û hin wêne ji rêzên dirêj hatine wergirtin.

Girîngiya dengê gelê Îranê ji zimanê wî bixwe: Hevpeyivînên gelanî ji egerên beşdariya wan

 

Saxlemiya lidarxistina hilbijartinê ketiye ser milê zêde ji 300 hezar hêzên elwehiyê û yên gelanî bi hevkariya zêde ji 124 hezar kes ji çavdêr û cihênerên zêde ji 64 hezar sindoqên wergirtina dengan û kamerayên televîziyonan ji demjimêrên destpêkê va rêzên dirêj û qelebalixiya gel nîşan didan.

Gelê Îranê bi têgihîştina şert û mercên roja îniyê, xwe wek xwediyê sereke yê nizam û hikûmetê dizane û dengê xwe yê îro bi mêhweriyeta komartiya hikûmetê, piştevaneyek xurt ji bo pêşeroja xwe dizane. Rewşa ku dijminnê Îranê jî dil hene vê komartiyê ji nav bibin.

Bêjeya Komara Îslamî yekem car ji aliyê Îmam Xumêynî (RH) li Parîsê û ji bo wesifandina pergala ku dixwaze damezirîne, hat bikaranîn. Wî li bersiva pirsa nûçegihanekî li bara çawaniya hikûmetê li Komara Îslamî di roja 30`ê Îlona 1978`an got: `Rêjîma Îslamî Komara Îslamî rêjîmek e li ser esasa dengên gelanî û referandoma giştî`.

* Komara Îslamî bi awayekî ku bîr û raya xelkê tenê li qonaxên destpêka damezirandina hikûmetê şert nebû; Belki Komara Îslamî girêdayî bi amadebûna hertimî û çavdêriya wan li ser berpirsan e.

Li Pergala Komara Îslamî ya îranê, li ser esasa xala şeşan a Qanûna Bingehîn, karên welêt divê li ser esasa dengên gelanî bên rêvebirin.

Hevpeyivîna gelanî li warê parastina Pergala îslamî

35 caran dengwergirtina ji gelê ku temenê serhildan û înqilaba wî bûye 38 salî, tişteke bêhempa li cehanê ye û xişte û niîşandeka beşdariya gel li dorên pêşîn ên hilbijartinê zêde ji sedî 63`ê heta 98.2`ê nîşan dide û îsal jî 56.5 miliyon jin û mêrên îranî yên zêde ji 18 salî xwedan şert û mercên dengdayînê ne ku ji bo bijartina serokomar li asta mezin û nûnerên xwe li Konseyên Îslamî yên Gund û Bajaran li asta biçûktir a îdarî û civakî ya xwe terin ku dengê xwe bidin.

Mezinahî û coş û kelecana rêzên dengdayînê dîmenek taybet pêk aniye ku bala kamerayan jî kişandiye (Dîmenên taybet)

Başa dön tuşu