NûçeÎranRojhilatanavin

1ê Sibatê; Destpêka “Deheya Fecrê” ya Înqilaba Îslamî ya Îranê

Îro Çarşemî, 12ê Behmena 1401ê (Koça Hetawî) beranber digel 1ê Sibata 2023an, Destpêka “Deheya Fecrê” ya Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

44 sal berê di rojeke wiha da yanî 12ê Behmena 1357an (1ê Sibata 1979an), Hezretê Îmam Xumeynî (Re), Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê piştî 15 salan dûrbûna ji welêt û sirgûnê, bi pêşwaziya bicoş ji aliyê gel va, pê li axa Îrana îslamî danî.

Piştî derbasbûna deh rojan ji hatina wî bo Îranê, di roja 22ê Behmena sala 1357an (11ê Sibata 1979an) da, Înqilaba bi şan û hişmet a Îslamî ya Îranê bi ser ket.

Ji ber vê yekê, ji roja 12ê Behmenê yanî roja hatina Îmam Xumeynî (Re) bo Îranê heta 22ê Behmenê ku roja serkeftina Înqilaba Îslamî ye, wek “Deheya Fecrê” hatiye binavkirin. Her sal cejn û rêûrismên taybetî serkeftina Înqilaba Îslamî di van dem û rojan da tên lidarxistin.

Duh anku Sêşemiyê Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di bereberê eyamullahên Deheya Fecrê û salvegera 44an a serkeftina bihişmet a Înqilaba Îslamî, li tirba paqij a Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê amade bû û bi xwendina nimêj û Quranê, Îmamê payebilind ê gelê Îranê bi bîr anî.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha bi amadebûna li ser gorên şehîdên payebilind “Bihiştî”, “Recayî”, “Bahuner” û şehîdên Bûyera “7ê Tîrmeha 1360î”, ji Xwedayê mezin daxwaza bilindbûna cîgeha û pileya wan kir.

Rêberê mezin ê Înqilabê piştra serdana Gulzara Şehîdan (Mezargeha Şehîdan) kir.

Başa dön tuşu