ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Emîr Ebdulahiyan ser amadetiya Esed jibo aşitiya siyasî tekez kir

Huseyn Emîr Ebdullahiyan alîkarê taybet ê serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navneteweyî roja înê li hevdîtona Borgê Brendê wezîrê karên derve yê Norwejê li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku  serokkomarê Sûriyê nikare li hember binpêkirina ewlehiyê û  aramiya  welatê wî û liv û tevgerên terorîstî ku bi piştgiriya  biyaniyan  cih tê bêdeng û sersar be û got  nabe  çavrê bin Esed kilîla hikûmetê bispêre destê neyaran.

Emîr Ebdulahiyan destnîşan kir: Ger Emerîka û Erebistan mudaxile nekirana  û ji terorîstan û grûpên çekdar piştgirî nekirana  niha Qeyrana  Sûriyê   ji riya siyasî çareser bibû.

Alîkarê serokê parlemana  Îranê helwesta  Îranê li hember qeyarna Sûriyê û gotûbêjên siyasî û  xwedûrkirina  ji şêwazên  ewlehiyê û eskeriyê da zanîn û got : Îran tim alîkariyên  xwe yên musteşarî bo Iraq û Sûriyê jibo rawestana li ber terorîzmê didomîne.

Emîr Ebdulahiyan Her wiha  destnîşan kir: Betalkirina  mafê welatîbûnê ya şêx Îsa Qasim  rêberê şîeyên  Behreynê, li dij prensîpên  însanî bûye  û betalkirina  mafê welatîbûnê ya  vî rûhaniyê bilindqedr  mînakeke eşkere  ji rola mafên mirovan  li Behreynê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu