FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

2 ciwanên filistînî şehîd bûn

Çavkaniyên filistînî raghandin ku du ciwanên filistînî roja sêşemiyê li zîvala Gazayê û kêleka rojava ya çemê Urdinê şehîd bûn.

 Li gorî rapora malpera nûçan a Filistîn El-Yewmê, bajarokekî siyonîst vê sibê Hesen Ebdulhefîz Berhem, 45 salî nêzîkî bajarokê Kêrîmê Şemêrûn li rojhilata  bajarê Qelîqîlê li kêleka rojava ya çemê Urdinê bi trimbêlê pêpes kir şû ew şehîd kir.

 Her wiha  Muhemed Ebdulcewad Mehmûd Zereb ku li meşa vegerê li zîvala Gazayê birîndar bibû vê sibê şehîd bû. Meşên mezin ên vegerê ji 30 Adara buhurî, 10 Ferwedînê va, îniya her heftiyê bona protestokirina  guhestina  balyozxana  Emerîkayê bo Qudsê û dorpêçkirina  zîvala Gazayê tê lidarxistin.

Başa dön tuşu