IraqNûçeRojhilatanavin

2 terorîstên întiharî ketin ber êrişa hêzên iraqî

Berdevkê operasyona Bexdayê ragihand hewldana du terorîstên întiharî ku dixwestin herin nav navendeke eskeriyê li vî bajarî hat bêencamkirin.

  Li gorî nivîsa malpera Someriye Newsê, Sed Mein fermandê operasyona Bexdayê îro çarşemiyê ragihand hêzên leşkira 55`an a artêşa Iraqê hewldana  du terorîstên  întiharî jibo derbasbûna  nav navenda vê leşkirê li navça  El-Dewaşê li başûrê rojava vî bajarê bêencam kirin.

Wî diyar kir: Ev hêz ber bi du  întihariyên  navbuhurî gulle avêtin û berî ku ew bighêjin armanca xwe, teqandin vêca  hêzên eskerî yên iraqî tu ziyanek nedîtin.

Paytexta Iraqê li mideha  mehên buhurî bi awayekî berbilav şehedê teqînên  curbicur  bûye  ku ku piraniya wan bi bombeyên ku li kêleka  rê an nav trimbêlên giştî hatine danîn,cih hatine û kesên gorî hemî xelkê sivîl ên Iraqê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu