EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

200 milîtanên Talibanê çek danîn û teslîmî hêzên hikûmetê bûn

Li gorî zanyariyên berdest ku Parlementerê Belxê Alem Xan Azadî, Serokê Şêwra Bajarê Belxê Muhammada Afzal Hedîd, Serokê Îstixbarata Balxê Îbadullah Îbad û Midûrê Emniyeta Belxê Sayed Kemal Sadat beşdarî merasima teslîmbûna milîtanan bûn.

Alem Xan Azadî di axaftina xwe ya merasimê de got: “Bi danîna çekan ve li herêmê dê îstiqrar çêbibe û gelê di nav aramiyê da bijî.” Serokê Şêwra Belxê Hedîd jî diyar kir ku kes bi rêya şer û pevçûnê ve nagihîje armancên xwe.

Ji aliyê din ve Han Muhammed Çirîkê fermandarê milîtanên ku teslîm bûn jî got: “Me fêm kir ku em ê bi çekên ve negihîjin tu encamekê. Ji ber vê yekê me çekên xwe danîn û em teslîm bûn. Em ê êdî mil bidin dewletê û bi terorîstan ra têkoşînê bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu