IraqNûçeRojhilatanavin

207 kes ji ber nuqumbûna gemiyê li Dicleyê, xendiqîne an wenda bûne

Alîkarê waliyê Neynewaya Iraqê vê sibê got: Heya niha termên 89 kes ji kesên ku di encama nuqumbûna gemiya seyranê de li çemê Dîcleyê xendiqîbûn, ji avê hatine derxistinê û 118 kes jî wenda bûne.

 Li gorî rapora El-Alamê, Ehmed El-Cebûrî,alîkarê waliyê Neynewaya Iraqê got: Gemiya nuqumbûyî li çemê Dîcleyê 287 lêniştiyên xwe hebû ku piraniya wna jin û zarok bûn.

 Li gorî vê raporê,zirûfa gemiya niqumbûyî 50 kes bû ku ji ber zêdebûna barê wê vegerya û nuqim bû.

 Wî diyar kir: Kamêrayên  bicihkirî li girava geştyariyê nîşan dide ku ev gemiya hilgirê 103 jin, 98 zarok û 86 mêr bû.

Duh ji ber nuqimbûna gemiyeke tefrîhê li navça El-Xabatê, çemê Dîcleyê li nêzîkî Mûsilê zêde ji 200 kes hatin kuştin û wenda bûn.

 Serokwezîrê Iraqê piştî candayîna bi dehan kes ji gelê vî welatî li encama nuqimbûna  qayiqê tefrîhî li çemê Dîcleyê li seranserê vî welatî sê rojan tazîdariya giştî raghand.

Başa dön tuşu