CîhanNûçeRojhilatanavin

24 nêraziyên Sudanê ji aliye leşkerên ve welatê hatin kuştin

Komîta kivşkirina rastiyê ya dewleta Sûdanê şemiyê şevê raghand ku amara kuştinên nerazîbûnan li vî welatî gihlştiye 24 kesî.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, dozgeriya  Sûdanê jî raghand ku  lêkolînên xwe li bara kuştina van kesana despê kiriye.

Sûdan ji 19 kanûna buhurî ve şehedê nerazîbûna gelanî li dijî alozbûna rewşa aborî û zêdebûna  buhayan bi taybet buhaya nan û ardûyê ye.

Rayedarên Sûdanî pêştir hejmara  kuştiyên  van nerazîbûnan li vî welatî 19 kes raghandibûn.

Eva li halekê ye ku  Rêxistina  Efûya  navneteweyî li gor raporên  eseh  li bara kuştina nêzîkî 40 kesî li encama nearamiyên  Sûdanê agahî daye.

Ev nerazîbûn li  sê dehekên  buhurî yên li Sûdanê neqewmîbûn. Nraziyan daxawaz sernixûnkirina  hikûmeta  Omer El-Beşîr dikin lê ew  hela jî dixweze ser desthilatê bimîne.

Omer El-Beşîr ji sala 1993`an  heya niha serokkomariya Sûdanê di destê xwe de heye ku li gor  qanûnê dawîn  dewra serokkomariya  wî li sala 2020`an kuta dibe.

Başa dön tuşu