NûçeRojhilatanavinSûriye

250 kes ji dijberêîn çekdar li parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî çekên xwe li erdê danîn û teslîmî artêşa Sûriyê bûn

Elêksî Tsîgankof, serokê baregeha leşkerî ya Hemîmîa Rûsiyê li Laziqiyeya Sûriyê got: 250 kes ji dijberêîn çekdar li parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî çekên xwe li erdê danîn û teslîmî artêşa Sûriyê bûn.

Li gorî rapora kanala Russia Today a Erebî, Serokê baregeha leşkerî ya hewayî ya Hemîmîa Rûsiyê li Laziqiya Sûriyê tevî amajeya bi pêkhatina agirbesê li navçeyên Um Weled, Ebtei û Hebîbê bi navbeynkariya Rûsiyê, ragihand: Bi dehan kes ji dijberên çekdar derdora 118 çek û sê çekên giran û hejmareka zêde ya fişengan radestî hêzên dewletê kirin.

Hin çavkaniyên nûçeyan jî ragihandin: Dijberên sûrî herîkêm 9 bajarok û gund li başûrê Sûriyê li parêzgeha Derayê radestî hêzên dewletê kirin.

Komên çekdar li parêzgeha Derayê nîvê navçeyên bin kontrola xwe ji dest dane.

Artêşa Sûriyê di çend rojên bihurî da pêşdaçûneka berfireh li navçeyên cûrbicûr ên parêzgeha Derayê hebûye û têrorîstan li bara têkçûna hêlên xwe yên berevaniyê mukur hatine.

Başa dön tuşu