FilistînNûçeRojhilatanavin

29 hezar Filistînî bi derbê gulleya çekdarên Israîlî şehîd an birîndar bûne

Ofîsa Hevahengiya karên Mirovdostane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemiyê ragihand ku di sala 2018an da zêde ji bîst û neh hezar filsitînî bi gulleyê çekdarên Rêjîma Siyonîst şehîd an birîndar bûne.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Ofîsa Hevahengiya karên Mirovdostane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand: Çekdarên Rêjîma Siyonîst ji destpêka sala 2018an va heta dawiya vê salê 295 filistînî şehîd û zêde ji 29 hezar kes jî birîndar kirine.

Li gorî rapora Ofîsa Hevahengiya karên Mirovdostane ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) pirraniya şehîd û birîndarên filistînî li pêvajoya meşa girseyî ya Mafê Vegeriyanê li Zîvala Xezeyê ketine ber gulleyê çekdarên Rêjîma Siyonîst.

Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji 30ê Adara bihurî va bi boneya Roja Erdê li Zîvala Xezeyê dest pê bûye û hema wisa didome.

Ji 30ê Adarê va heta niha 253 filistînî li vê meşê bi gulleyê çekdarên Israîlî şehîd û 26 hezar kes jî birîndar bûne.

Gellek ji welatan ji wan Komara Îslamî ya Îranê, her wiha rêxistinên navneteweyî heta niha ev cinayetên siyonîstan şermezar kirine.

Meşa girseyî ya Filistîniyan di salvegera Roja Erdê biryara Rêjîma Siyonîst a desteserkirina erdên filistîniyan di 30ê Adara sala 1376an da tîne bîra mirov. Meşa ku her salê tê lidarxistin.

Rêjîma Israîlê bi desterserkirina erdên filistîniyan û çêkirina bajarokên siyonîstnişîn têda, dil heye demografiya navçeyên filsitînî biguherîne û wan siyonîstî nîşan bide da ku serdestîxwaziyên xwe li navçeyên filsitînî tesbît bike.

Başa dön tuşu