ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî zêdekirina dema hepsa Şêx Elî Selmani

Berdevkê wezareta karên deve ya Îranê zêdekirina tawan dema hepskirina sêkrêtêrê giştî yê Civata Islamî ya Wifaqa neteweyiya Behrêynê, şêx Elî Selmên şermezar kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, Sadiq Husêyn Cabirî- Ensarî berêvariya sêşemiyê, 31`ê Gulana 2016`an, tevî diyarkirina mixabiniya xwe ya tund ji ber piştrastkirin û gurrkirina tawanên dijî şêx Elî Selmani, ragihand: Ev cûre kiryarên dijî rêberên siyasî yên navînrê, pirsgirêkên Yemenê çareser nakin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Zêdekirina kiryarên dijî rêberên siyasî û inqilabî yên Behrêynê û lihevalandina pirsgirêkên vî welatî, dê di dawiyê da li ser xêr û qazanca zêdexwazan be.

Dadgeha venihêrîna Behrêynê roja duşemiyê, 30`ê Gulana 2016`an, hikma çar salan zindaniyê ya pêştir ji bo sêkrêtêrê giştî yê Civata Islamî ya Vifaqa Neteweyiya Behrêynê, şêx Elî Selmanîguhert û kir deh sal zindaniyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu