IraqNûçeRojhilatanavin

Malikî: Divê hemî çekên neqanûnî radestê dewleta Iraqê bên kirin

Nûrî Malikî, alîkarê serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê partiya El-Dewe ya vî welatî diyar kir: Divê hemî çekên neqanûnî yên di destê koman radestî dewletê bên kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Malikî, serokê hevalbendiya hilbijartinê ya Dewleta qanûnê roja duşemiyê diyar kir: Çekêln neqanûnî ku di destê mîlîtan û bandên  cinayetên organzîbûyî de ne, divê ji wan bên  istandin û radestê dewletê bênkirin.

El-Malikî got: Çek û sîleh di Iraqê de divê di înhisara dewletê be da ku berfirehkirina  ewlehî û aramiya siyasî û ewlehiyê li welêt bê garantîkirin û xelk xatircem bibin ku li hember zordariya  cinayetkaran piştgiriya wan  dike.

Hilêxistina  bernama jiçekkirina komên siyasî li Iraqê û înhisara wê di destê dewletê mijareke nû nîne lê teqîna  bi xof a meha buhurî ya depoyeke  ne fermî ya  çek û sîehan li navçeyeke  xelknişîn li bajarokê Sedra Bexdayê, wê cardinê bike yek yek ji meselên rojê yên vî welatî.

Ji dema raghandina   dawîbûna  hizûra eskerî ya DAIŞê li adwiya payîza buhurî behsa pêwîstiya  jiçekkirina  komên siyasî yên Iraqê ku li 15 salan piştî sernixûnbûna  Sedam û bi taybet li dewra rawestana li ber terorîzmê û DAIŞ`ê çekdar bibûn an çiqên eskerî hebûn, di rojevê de ye.

Serokwezîriya Iraqê jî li Kanûna 2017`an  destpêbûna  cihhatina  plana  înhisara çekan di destê dewletê de raghand.

Ev yeka  bi taybet ji çend mehan beriya lidarxistina  hilbijartinên  parlemanî yên  Iraqê bi awayekî gurr ket rojevê û pêwîstiya  jiçekkirina komên siyasî raghandin ku çiqa xwe ya eskerî têk birine  an  xistine  bin çavdêriya  erkantiya  fermandehiya giştî ya hêzên çekdar.

Başa dön tuşu