NûçeRojhilatanavinSûriye

Li êrîşên bi hawanê ya têrorîstan li ser Şamê 41 kes hatin kuştin an birîndar bûn

Ji ber êrîşên bi topên hawanê ya têrorîstan li ser hin deverên bajarê Şama paytexta Sûriyê 41 kes ji welatiyên asayî hatin kuştin an birîndar bûn.

Li gorî rapora Fars News`ê, têrorîstan bi êrîşa li ser sê taxên Şamê ji wan Bab Duma, El Qesa û Zahiyeya Esed, canê çar welatiyên asayî girtin û 37 sûrî jî birîndar kirin.

Tevî hebûna lihevkirina navçeyên Kêmkirina Kêşeyan ku ji derdora heft mehan berî niha va li Sûriyê cih tê, komên çekdar carna bi binpêkirina vê lihevkirinê, bi rokêt û topên hawanê taxên nêzikî Xûteya Rojhilat li Şamê didin ber êrîşê.

Têrorîstan roja Duşemiyê jî bi binpêkirina lihevkiirnameya navçeyên kêmkirina kêşeyan li navçeyên bakurê Humsê (navend û rojavaya Sûriyê), çend topên hawanê ber bi malên xelkê li gundê Cevbûrînê kewkî kirin..

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştevaniya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan ji bo guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bûye.

Başa dön tuşu