AsyaÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Îran: Ji bo çareseriya kêşe ya Sûriyeyê stratejiya Moskow-Tehran û Enqereyê wê bidome

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyin Cabiri Ensarî di dema hevdîtinên Sûriye yên li Astanayê de axivî û got, “Li Sûriyeyê jin û mêr û zarok di nava dijwariya şer de ne, li hemberî terorîzm û koçberiya nava Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê berxwe didin û li hinek herêman, heta li Şamê jî av tune ye. ”

Ensarî diyar kir ku ji ber vê yekê ji bo çareseriya kêşe ya li Sûriyeyê heta ku encam were girtin stratejiya sêalî ya Moskow-Tehran û Enqereyê wê berdewan bike.

Hevdîtinên ji bo çareseriya siyasî ya qeyranên li Sûriyeyê duh li Astana ya paytexta Kazakistanê di bin garantoriya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê de destpê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu