EfrîqaNûçeRojhilatanavin

3 endamên Konseya Eskerî ya Berwext a Sûdanê îstifa kirin

Hat ragihandin ku 3 endamên Konseya Eskerî ya Berwext a Sûdanê yên ku wekî kesayetên girîng ên rejima serokê têkçûyî Omer el-Beşîr tên qebûlkirin, îstifa kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseyê, hersê general Omer Zeynelebidîn, Celaledîn eş-Şêx û Babekir et-Teyîb ji endametiya Konseyê îstifa kirin.

Herwiha hat diyarkirin ku îstifa li ber nirxandinê ne.

Satî el-Hecê endamê hêzên ku tevgera gel temsîl dikin çendek berê di daxuyaniya xwe ya ku dabû peyamnêrê AAyê da diyar kiribû ku Konseyê îstifaya kesên navborî pesend kiriye.

Başa dön tuşu