ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Ibrahîm Ceiferî: Iraqê peywendîyên baş bi Îranê re hene

Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Iraqê niha peywendîyên baş bi hemî cînaran ji wan bi Îranê re hene.

Ibrahîm Ceiferî li hevpeyvîna tev kanala Rûsîya El Yewmê (Rusiya Al-Yaum) bal kişand ser hewldana delweta vî welatî ji bo çêtirkirina peywendîyên digel welatên navçê nemaze yên digel cînaran û got: Me bi 4 welatên ereb ên cînarê xwe ango Erebistan, Kuweyt, Urdin û Sûrîyê re jî peywendîyên baş hene li halekî ku Erebistan û Sûrîyê têkilîyek bi hev re tinene.

Ceiferî bal kişand ser hegerên ku dewleta Iraqê dixwaze peywendîyên digel Îranê qahîm bike û got: Îran berovajî hin welatên navçê ji dema têkçûna rêjîma berê (rêjîma Sedam) va heta niha di her halî de piştgirîya Bexdayê kirîye û li têkoşîna dijî têrorîsmê jî gellek alîkarîya Iraqê kirîye.

Wezîrê karên derve yê Iraqê wek berteka li hemberî pêkanîna hin hevalbendîyên navçeyî jî got: Dewlet û gelê Iraqê ji bo kêfxweşîya hin alîyan hazir nînin ku li hevalbendîyên bi vî cureyî ku li dijî welatên din ên navçê hatine sazkirinê, pişkdarîyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu