EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Kuştina serkirdeyê DAIŞ`ê li bakurê Efxanistanê

Pevçûna çarrojî ya di navbera Talibanê û koma terorîst a DAIŞ`ê li wilayeta Cozcanê li bakurê Efxanistanê bi kuştina Qarî Hikmet serkirdeyê vê koma terorîst kuta bû.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, Feqîr Muhemed fermandê polîsê wilayeta  Cozcanê roja yekşemiyê bi ragahndian vê nûçeyê got: Ev serkirdeyê DAIŞ`ê û kesekî din bi navê Qarî Ehmed ji endamên din ên  vê komê li encama vê pevçûnê hatine kuştin.

Wî her wiha destnîaşn kir, di navbera koma Talibanê û endamên koma treorîst a DAIŞ`ê de bi caran li abjarên Derzabê û Qûş Tepeyê li wilayeta Cozcanê pevçûn derketîye û hin xisar li her du alîyan ketine.

Qarî Hikmet nêzîkî 3 salan berî niha  tevlî koma terorîst a DAIŞ` ê bû.

Di dereqa sala derbasbûyî de bi caran li navçeyên curbicur ên wilayeta Cozcanê di navbera koma Talibanê û DAIŞ` ê de pevçûn derketîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu