NûçeRojhilatanavin

Derhata çend sed milyon dolarî ya DAIŞ`ê bi riya qaçaxa madeyên hişber

Rûsiyayê ragihand ku DAIŞ her sal çend sed milyon dolarî bi riya qaçaxa madeyên hişber bi dest dixe.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Itartas`ê, Vîktor Îvanof, serokê Dayreya Fêdêral a Têkoşîna Li hemberî Têrorîsmê ya Ûrsêtê îro got: Koma têrorîst a DAIŞ`ê her sal bi sedan milyon dolarî bi riya qaçaxa madeyên narkotîkê bi dest dixe.

Wî her wiha got: Ev asta derhatê ku tenê texmîneke destpêkê ye dikare jibo kirîna nift, sîlehê û hed bê bikaranînê.

Vî rayedarê ûris her wiha got: Saziyên têrorîst derhatên berfire hene ji ber ku li deverên ew çalak in, asta derbaskirina madeyên hişber gellekî zêde ye. Serokê Dayreya Qaçaxa Madeyên Hişber a Ûrsêtê her wiha got: Komên têrorîst bi firotina madeyên hişber, derhata bi vê riyê bo organîzekirina komên têrorîst bi kar tînin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu