AsyaCîhanNûçe

Li Çînê asta hewaya qirêj pir zêde bû

Li Çînê di çar mehên ewil ên salê yên di navbera çileya paşîn û nîsanê de rêjeya hewaya qirêj derkete asteke bilind û dibe talûke.
Wezareta Parastina Hawirdorê a Çînê der barê qalîteya hewayê ya ku behsa hejmara rojên bitavî û hewaya qirêj dike de raporek weşand.

Ev rapor li gor rewşa hewaya 74 bajaran û navbera mehên çileya paşîn û nîsanê de hat amadekirin.

Li gor vê raporê, paytext Pekîn jî di nav de li 13 bajarên bakurê welêt di nav 4 mehên ewil ên vê salê de rêjeya qirêjiyê ya hewayê li gor heman mehên par ji sedî 19,7 zêde bû.

Rêjeya PM 2,5ê ya ku perçeyên dibin sedema qirêjiya hewayê jî bû 85. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê asta xeter ji sedî 25 e. Lê ev rêje 3 caran ji vê astê zêdetir e.

Li welêt di salên dawîn de ji ber ku hewa zêde qirêj e hin tevdîr hatin dîtin.

Ji bo vê tîmên kontrolê yên hewayê hatin avakirin, ji şirketên ku dibin sedema qirêjiya hewayê re ceza hatin girankirin, xebatên înşaetê yên ku li van bajarên hewa zêde qirêj in hatin sekinandin.

Çîn ji 2014an vir ve ji bo paqijiya hawirdor û hewayê têkoşînê dide.

Ji ber ku Çîn zêde pêşva çû û pîşesazî zêde bû qirêjbûna hewayê jî wek bedel tê dayîn û gelek bajarên wê li cihanê di nav bajarên qirêj de cih digirin.

Nifûsa Çînê milyarek û 370 milyon e û li cîhanê welatê ku nifûsa wê herî zêde ye.

Li Çînê her sal milyonek û 600 hezar kes ji ber nexweşiyên ku sedema wan hewaya qirêj e, dimirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu