EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Zerîf li hemberî civîna koma Minafiqînê, xala nezelal li peywendîyên ligel Fransayê

Wezîrê karên derve yê Îranê wek berteka li hemberî civîna koma têrorîst a Minafiqînê li Parîsê, hebûn û çalakbûna vê komê li Fransayê “xala nezelal li peywendîyên Îran û Fransayê“ da zanîn.

Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li balafirgeha Şarl Dogol a Parîsê li hevpeyvîna ligel nûçegihanê IRIB NEWS`ê, li bara civîna îro ya koma têrorîst a Minafiqînê li Parîsê got: Têrorên vê komê ji her kesî re eyan in, hemî dewletên herêmê û yên ewropî haya wan ji kiryarên têrorîstî yên vê komê di demên buhurî da heye.

Wezîrê karên derve yê Îranê ji ber ku îzna çalakbûnê li Fransê dane koma têrorîst a Minafiqînê, heyf û mixabinîya xwe nîşan da û got: Li gotûbêja tev berpirsên fransî min ev mijara wek “ xaleke nezelal li peywendîyên Têhran-Parîsê“ hilêxist û wan jî pêkutî kirin ku têkilîya wan bi vê komê re tineye.

Zerîf pêkutî kir: Dayîna îzna çalakbûnê bo koma ku gelê Îranê jê bêzar e, têror kirîye, li warê xîyaneta li hemberî gelê Îranê bi Sedam re hevkarî kirîye û herwiha di meh û efteyên vê dawîyê da me êrişên têrorîstî û hewldana wan jibo êrişên têrorîstî li welêt dîtine, tenê xaleke reş e li rabhorîya welatên ku bi van cure komana re hevkarîyê dikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Alîkarîya darayîyê ya rêjîma siûdî dema êrişa rêjîma Sedam ser Îranê da isbatbûyî û bibelge ye û rayedarên Erebistanê sala buhurî û îsal jî biryar dan ku bi aşkirakirina vê hevkarîyê, li civîna koma Minafiqînê jî pişkdar bin.

Zerîf herwiha got: Asêbûna dijminên Komara Islamî ya Îranê ewqas e ku neçar man jibo bidestxistina nîyetên xwe yên kirêt û şûm, hawara xwe ji komên wisa re bibin ku ti cîgehek di nav gelê Îranê de tinene û encamekê bilî bêzarîya gelê Îranê ji ber kiryarên bi vî rengî bidest naxin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu