IraqNûçeRojhilatanavin

33 kes ji Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdi Şe’ibî) li Diyaleya Iraqê hatin şehîd kirin an birîndar bûn

Ji ber teqîna bombeyekê li ser riya derbasbûna otobûsa hilgirê Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdi Şe’ibî) linparêzgeha Diyaleyê li rojhilata vî welatî, 7 kes hatin kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

Ev teqîn berêvara Yekşemiyê li cadeya Belderûzê liparêzgeha Diyaleyê qewimî.

Kuştî û birîndarên vê bûyera têrorîstî hemî ji Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdi Şe’ibî) ne.

Ev otobûs li halê veguehstina Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (Heşdi Şe’ibî) ji Besreyê bo Diyaleyê bû ku tûşî vê bombeya li kêleka cadeyê bû.

Tevî têkçûna koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê hîn jî hejmareke vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî hene û bi awayê perate kiryarên têrorîstî cih tînin.

Başa dön tuşu