ÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Şerê îro li meydanên curbicur, şerê îradeyan e

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku tu çekek baştir ji Îman û bawerî, berxwedan û yekitiya gel tine û diyar kir: Şerê îro li meydanên curbicur, şerê îradeyan e.

Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li kongira navneteweyî ya  şehîdên cîhana Îslamêû roja şehîd li bajarê Meşheda pîroz (bakurê rojhilata Îranê) diyar kir: ciwanên îranî li dewana 8 salan berevaniya pîroz, bi viyan axwe bi ser ketinçawa ku Hizbullaha Lubnanê jî li şerê îradeyan ser Rejîma  Siyonîstî bi ser ket.  Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ciweanên momin û bawermend ên Hizbullaha Lubnanê bêyî kelûmelên eskerî karîn ku li hember Rejîma  zalim û zorda, talakir, zarokkuj û cinayetkar a siyonîstî li şerê 33 rojî rawestin da ku  qelafeta rûvekî ya Rejîma Siyonîstî were têk şikandin.

Rûhanî her wiha got : Serketina  Hizbullahê serketina  eskerî nebû belkî biserketian viyan û îradeyan bû û li şerê îradeyan, gelê Iraqê jî li hember terorîstan bi ser ketin.

Wî bal kişand ser alugurên Iraqê jî û got : Terorîst li şerê îrdaeyan li hember gelê Iraqê işkest xwarin û dê seranserê Iraqê ji terorîstan were paqijkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand  ser kirîna çek û sîlehan ji aliyê hin  welatên navçê û destnîşan kir:  Kirîna çek û sîlehan û kelûpelên  pêşketî yên  eskerî nabe sedema  serketinê ji ber ku  gelê xizan ê Yemenê bi viyan û baweriya  bihêz li hember destdirêjkiran bi ser ketine.

Hesen Rûhanî di dewamê de destnîşan kir: Tiştê ku dibe sedem Îran li hember Emerîka, Rejîam  Siyonîstî û hevpeymanên  wê bi ser keve tenê çek nîne belkî tiştek serayê wê yanê, îman û bawermendî, viyan û îrdae û yekitî û berxwedana  gelanî ye .

Wî bal kişand ser rawestana gelê Îranê li hember zextên  curbicure dijminan li 38 salên buhurî û tekez kir: Komara Îslamî ya îranê  di rewşa dijwar, geşatiya xwe ya aboriyê zêde kiriye, asta înflasyonê kêm kiriye û nirxa diravê xwe yê neteweyî parastiye.

Li kongira navneteweyî ya rêzgirtina  şehîdên  cîhana Îslamê û roja  şehîd li bajarê pîroz ê Meşheda pîrîz, xêncî beşadriya 30 mêvanan ji Iraq, Lubnan, Sûriye, Pakistan, Tûnis û Bosniya û Herzêgowînê, 300 kes ji malbatên  giranqedr ên şehîdên  Îranê û 400 kes ji parêzgeha Xuresana  Rezewî beşdar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu