IraqNûçeRojhilatanavin

Heşdî Şebî êrîşa DAIŞ`ê ser rojavaya Mûsilê têk bir

Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê êrîşa koma têrorîst a DAIŞ`ê ser rojavaya Mûsilê têk birin û ziyaneke giran li têrorîstan xistin.

Li gorî rapora Tasnimm News`ê ji zarê malpera El Ehdê, hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê îro anku duşemê êrîşa çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê li ser rojavaya Mûsilê têk birin.

Li ser esasa vê raporê, yek ji yekîneyên Heşdê Şeibî yên Iraqê êrîaş çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê Ebu Senameyê ji aliyê El Qamişliyê li rojavaya Mûsilê têk birin.

Çeteyên DAIŞ`ê berî vê êrîşê hewl dan ku erebeyeke bombekirî ber bi hêêzn xwebexş ên gelanî bişînin ku van hêzan ev erebe dane ber êrîşê û teqandin.

Koma terorîst a DAIŞ`ê piştî ziyanên giran ku li êrîşên pêştir li rojavaya Mûsilê lêketinê, hewil dide ku ji nû va hizûra xwe li vê navçeyê xurt bike.

Evdilxenî El esedî fermandarê saziya şerê dijî têrorîsmê ya Iraqê roja yekşemiyê got ku hêzên iraqî hêzên iarqî 40 taxên bereya rojhilata bajarê Mûsilê bixin bin kontrola xwe.

Wî tevî pêgiriya li ser viya ku DAIŞ li pey opêrasiyona hêzên iraqî li Mûsilê hilweşiyaye, pêşbînî kir ku qonaxa yekem a azadkirina bajarê Mûsilê di heyama çend rojên din da bi dawî were. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu