ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

37 welatiyên Siûdî li Erebistanê hatine darvekirin

Wezareta karên hundir a Erebistana Siûdî qala cihhatina biryara darvekirina 37 welatiyên vî welatî bi tawana tiştê ku hewildana jibo kiryarên têrorîstî hatiye binavkirin, kir.

Wezareta karên hundir a Erebistana Siûdî roja Sêşemiyê bi dayîna daxûyaniyekê îdia kir ku ev 37 welatiyên Siûdî bi tawana damezirandina bazineyên têrorîstî, nakokiya di wearê ewlehiya gelemperî û pêkanîna fitne û komployên tayfetî û bêewlehkirina welêt û ziyangihandina li aştî û ewlehiya civakî hatine darvekirin.

Wezareta karên hundir a Erebistana Siûdî her wiha ragihand: Ev kes hemî welatiyên vî welatî bûn.

Di sala bihurî da anku sala 2018an biryara darvekirina 120 kesan li Erebistanê cih hat.

Rêjîma Alê Siûdî her sal hejmareke zêde ya dijberên xwe bi armanca sekinîna li hemebrî Azadiya Gotinê û bi mehneya şerê dijî têrorîsmê mehkûmî cezayên giran û darvekirinê dike.

Rêxistina Lêbihurandina (Efû) Navneteweyî heta niha bi dayîna çend daxuyaniyan ji Rêjîma Siûdî xwestiye ku derbarê rewşa Mafên Mirovan li Erebistanê bersivê bide.

Başa dön tuşu