IraqNûçeRojhilatanavin
4 partiyên êzidî beşdarî hilbijartinan dibin
Li herêma Neynowayê 4 partiyên siyasî yên kurdên êzidî beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dibin, ku ew jî ev in:
- Tevgera Êzidî ya ji bo Çaksazî û Pêşketinê
- Partiya Pêşketinê ya Êzidî
- Partiya Êzidî ya Demokrat
- Partiya Azadî û Demokrat a Êzidî Li gel vê yekê hêjayê gotinê ye ku çend namzetên êzidî jî li ser navê PDKê û YNKê beşdarî hilbijartinan dibin.Li Parlamentoya Iraqê ji bo herêma Neynowayê 31 kursiyên giştî û 3 kursiyên êdek hene, ku her yek ji van ji bo kurdên êzidî, şebek û xrîstiyanan hatine veqetandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)