EwropaNûçe

400 DAIŞ`î bo pêkanîna êrişên têrorîstî derbasî Ewropayê bûne

Koma têrorîst a DAIŞ`ê 400 kes bo pêkanîna êrişên têrorîstî şandine Ewropayê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Associyated Press`ê, rayedarên ewlehiyê ragihandine ku koma têrorîst a DAIŞ`ê herîkêm 400 kes perwerde kirine û bo pêkanîna êrişên têrorîstî şandine welatên ewropî.

Li gorî vê raporê, rayedarên ewlehiyê yên ewropî û iraqî behsa hin kempan dikin ku bi awayekî taybet jibo perwerdeya warê êrişên dijî welatên rojavaya cîhanê hatine damezirandin.

Li gorî gotina wan rayedarên ewlehiyê, DAIŞ`ê ferman daye şervanên hanê ku dem, cî û şêwaza guncav jibo pêkanîna memimûriyeta xwe peyda û kifş bikin.

Roja sêşemê di encama 3 êrişên têrorîstî li Brûksêla paytexta Bêljîkê da 31 kes hatin kuştinê û 175 kes jî birîndar bûn. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu