FilistînNûçeRojhilatanavin

400 donim ji erdên filistîniyan ji aliya Rejîma Siyonîst dagîr bû

Eskerên Rejîma Siyonîst nîzikî 400 donim ji erdên Filistîniyan li Nablusê li bakûra Qiraxa Rojavaya Çemê Urdinê dagîr kirin.

Qesan Deqles berpirsê dosiya bajarokçêkirina siyonîstan li bakûra Qiraxa rojavaya çemê Urdinê got: Eskerên Rejîma Siyonîst îro pêncşemê, pê nîşandana hukmekê bi xelkê gundê Esîretul-Qebîleh li başûra Nablusê 395 hêktar ji erdên filistîniyan dagîr kirin.

Deqles destnîşan kir; Ev erdên dagîr bûyî li navçên El-Mueqevat, Lehif Solêyman, El-Eqde, Mueveqatul-Berîs, Xeletul-Neqer, El-Şeqîq, El-Kurûm û El-Mueveqatul Suhêyle ne û Rejîma Siyionîst bi mihana ewlehiyê ev navçane dagîr kiriye.

Herwisa eskerên Rejîma Siyonîst bi mihanên wekî nebûna îzna çêkirina malan malên filistîniyan dagîr dike.

Rejîma Siyonîst ji sala 2016 carek din dest bi dagîrkirina erdên filistîniyan kiriye û li nav van erdên dagîrbûyî bajarokan çê dike, bi curekê ku dagîrkirina erdên filistîniyan li sala 2016 li qiyas digel sala 2015 sedî 439 zêde bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu