CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Îdia û derewên Şeytana mezin Amerîkayê dijî Îranê

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Sêşemiyê careka din îdiayên xwe yên pûç û bêbingeh li dijî bernameya fezayî (gerdûnî) û mpûşekî ya asayî ya Komara Îslamî ya Îranê hilêxistin.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mayk Pompêo li Twitterê bi dubarekiirna vê îdiayê ku hêza KOmara Îslamî ya Îranê ya avêtina setlaytê bo gerdûnê li dijî Biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ye, nivîsî: Îran li dû zêdekirina şiyanên xwe yên mûşekî ye ku gefek li dijî Ewropa û Rojhilana Navînê ye.

Pompêo roja Şemiyê jî bi axaftineka pêkenî îdia kiribû ku bernameya Îranê jibo avêtina setlaytê bo gerdûnê di rastiyê da nixûmandinek jibo dewama ceribandinên mûşekên pêşketî ye ku bikarin Kumika Atomî hilgirin.

Ev di rewşekê da ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomî heta niha bi 13 raporan sozdariya Îranê derheqê Lihevkirina Atomî û bi aştî bûna çalakiyên atomî yên Îranê piştrast kiriye.

Amrîka digel hin hevpeymanên xwe ji wan Fransayê ku hertim li dû pawanîkirina têknolojiyên pêşketî jibo xwe ne, îdia dikin ku kiryara Îranê ya avêtina setlaytê bo gherdûnê li dijî Biryarnameya 2231an a Konseya Ewlehiyê ya NY ye.

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê Pêncşemiyê 3ê Çileya 2019an wek bertekla li hemberî vê angaştê got: Waşîngton Îranê bi sûcê binpêkirina biryarnameyekê tawanbar dike ku bixwe ew binpê kiriye.

Zerîf got: Kesên ku Lihevkirina Atomî nas dikin, dizanin ku avêtina mûşeka hilgirê setlaytê ji aliyê Îranê va  û ceribandinên mûşekî binpêkirina Biryarnmeya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY nîne.

Başa dön tuşu