CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

41 saziyên medenî daxwaza lêkolîna bêla ya navnetewî ser kuştina misilmanên Rohîngiyayê kirin

41 saziyên medenî yên Miyanmarê û rojhilata Asiyayê li daxûyaniyekê daxwaza  lêkolîna bê la ya navnetewî ser kuştin, azirandin û binpêkirina mafên mirovan yên misilmanên Miyanmarê ji aliyê dewleta vî welatî kirin.

Li vê daxûyaniyê saziyên medenê daxwaza lêkolîneke berfireh ji aliyê saziyên navnetewî li ser rewşa jiyana misilmanên Miyanmarê li parêzgeha Raxînê kirine û ji dewleta Miyanmarê xwestine ku xebata pêwîst bona girtina pîşiya cinayetên dijî Mislmanên Rohîngiyayê pêk bîne.

Ji aliyê dinve dewleta Miyanmarê her cure lêkolîneke navnetewî li bara misilmanên vî welatî ret dike û hemû riyên ber bi navçeyên misilmantêda li vî welatî girtine.

Bûdayiyên Miyanmarê ku para pirtir a xelkê Miyanmarê pêk tînin bi kuştina misilmanên vî welatî tawanbar in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu