IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

45 terorîstên DAIŞê ji alê Artêşa Iraqê hatin kuştin

Li gorî nûçeya kanala NewsAsia ku ew jî dispêre çavkaniyên Artêşa Iraqê “hêzên hewayî yên Iraqê di nav sînorê Sûriyeyê de êrîşekê hewayî pêk aniye û di encama êrîşê de 45 endamên DAIŞê hatine kuştin.” Hat gotin ku êrîş li bajarê Hajîn ê Sûriyeyê hatiye kirin û di êrîşê de 3 avahî bi temamî hatiye bombekirim.

Di dewamiya daxuyaniyê de hatiye gotin ku di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de cîgirê wezîrê şer yê DAIŞê û çend kesên ku gelek nêzî serokê DAIŞê Ebubekir el Bexdadî jî hene.

Başa dön tuşu