CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

4`ê Mijdarê, roja ragihandina berxwedana gelê Îranê li hemberî zilmên Amerîkayê

Civata Hevdengîya Propaganda Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê da tevî rêzgirtina li roja 13`ê Abanê (4`ê Mijdarê) pêgir kir: 4`ê Mijdarê roja ragihandina berxwedana gelê şorêşger ê Îranê li hemberî zilim û şerûtîya Amerîkayê ye.

Civata Hevdengîya Propaganda Islamî ya Îranê di vê daxûyanîyê de ragihand: Berxedana 40 salan a gelê Îranê li hemberî cinayet û boykotên giştalî û zalimane yên Amerîkayê bû sedema hişyarîya gelan û cîhanîbûna durişma “mirin ji bo Amerîkayê“ û aşkirabûna rûyê reş û rezî û durû ê Amerîkayê li navçe û cîhanê.

Di dewama vê daxûyanîyê de hatîye: Remza azadî, rûmet û iqtidara gelê mezin ê Îranê, “dijberîya li hemberî zorbêjîyê û sekinîna li hemberî zilma serdestîxwazên cîhanê“ ye.

Xwenîşandana dijî zorbêjan a roja 13`ê Abanê wê roja yekşem 4`ê Mijdarê bi durişmên “ rezalet ji me dûr e“ û “mirin ji bo Amerîkayê“ li Têhranê û seranserî Îranê bê idarxistin.

13`ê Abanê ango 4`ê Mijdarê li Îranê Roja Netewî ya Têkoşîna li Himberî Zorbêjê Cîhanê ye. 39 salan berî niha di rojek wek vê rojê de xwendekarên zanîngehên Îranê bi nîşana nerazîbûna li hemberî komployên Amerîkayê yên li dijî Inqilaba Islamî, balyozxana Amerîkayê li Têhranê ku bibû hêlûna sîxorîyê xistin bin kontrola xwe.

Başa dön tuşu