ÎranNûçeRojhilatanavin

Ayetullah Amolî-Larîcanî bû Serokê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bi hikmekê Ayetullah Amolî-Larîcanî wekî Serokê Civata Kivşkirina Berjewendîyên Nizama Îranê û endamê feqîhên Civata Parêzera Destûra Bingehîn a welêt kivş kir.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya ya Nivîsgeha rêberê giranqedir ê Inqilabê, hikmê rêberê qedirgiran ê inqilabê wiha ye: Li gorî rola bêhempa a Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê di birêvebirin, dewam û qahîmkirina nizama pîroz a Komara Islamî da û li gorî koça dawîyê ya alimê têkoşerê Ayetullah Haşimî-Şahrûdî ku Xwedê rehmetê li wî bike û pêwîstîya seruberkirina zûtirkê ya vê Civatê, ez te wekî Serokê vê Civata girîng û bvibandor û herwiha endamê Desteya Feqîhên Civata Parêzera Destûra Bingehîn kivş dikim.

Di hikmê têkildarî dewra nû da hatîye ku Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê di vê dewrê da erkdarê parastina berpirsîya girîng û bingehîn a guhertinên di nijyar û naveroka wê dezgeha bibandor û girîng jî ye ku li gorî rabhorîya berbiçav û binirx a cenabê te li Civata Parêzera Destûra Bingehîn û rêvebirîya alimane û bi dil û can li dezgeha Dadwerîyê, hêvî heye ku bi pişkdarîya çalak û alimane ya endamên rêzdar ên Civata Kivşkirina Xêr û Kara Nizama Îranê û rolwergirtina kêrhatî a nivîsgeha sêkrêtêr û sêkrêtêrê wê di warê cihanîna erkên xwe di bin çavdêrî û serdestîya serokatîya Civatê da, erkên rasipartî di vê dewrê da bi awayekî mehkem û şêwaza herîbaş bên cihanînê.

Li gorî girîngîya berpirsîyan di Civata Kivşkirina Xêr û kara Nizama Îranê û Civata Parêzera Destûra Bingehîn da çav li rê ye ku di derfeta guncav da, bi rêkupêkirina kar u baran li Dezgeha Dadwerîyê,  di berpirsîyên giran ên rêzkirî da mutemehiz bibî. Ez ji Xwedê teala serketin û alîkarîya giştalî ji bo cenabê te û hevkarên te dixwazim.

Başa dön tuşu