AsyaCîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

5 welatên nû bûne endamê Konseya Ewlehiyê

Welatên Bûlîvî, Îtyupî, Îtaliya, Qezaqistan û Suêdê ji îro yekşemê heta du salan karê xwe wekî endamên nehertimî yên Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî destpê dikin.

Li gor rapora Fars News`ê, Piştî kutabûna memûriyeta du salî ya Angula, Malezya, Zîlanda nû, Spanya û Venezuelayê li Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewan, Welatên Bûlîvî, Îtyupî, Îtaliya, Qezaqistan û Suêdê bûne cîgirê van welatan û ji îro yekşemê heta du salan karê xwe wekî endamên nehertimî yên Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî destpê kirin.

Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî ji 15 endamam pêk tê ku pêncan ji van welatan hertimî ne û mafê xwe yê vetoyê hene û 10 welatên din nehertimî ne, Endamên nû yên Konseya Ewlehiyê ji îro hevdemê despêbûna sala 2017 karê xwe li vê konseyê destpê kirin.

Welatên Bûlîvya, Îtyupî, Îtaliya, Qezaqistan û Suêdê ji îro yekşemê heta du salan karê xwe wekî endamên nehertimî yên Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtî destpê dikin û welatên Misr, Japon, Sênêgal, Ukrayîn û Uriguayê jî endamên din ên vê konseyê ne ku salek din ji endambûna van welatan maye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu