NûçeRojhilatanavinSûriye

5 welatên Yekîtiya Ewropayê biryara Trump red dikin

5 welatên endam di Konseya Ewlekariya Navnetewî ya NY de biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump derbarê serweriya Îsraîlê li ser Girên Golanê red kirin.

Brîtanya,Fransa, Almanya, Polaneda û Belçîkayê ku endamên Konseya Ewlekariya Navnetewî ne di daxuyaniyeke hevbeş de bersiva Serokê Amerîkayê dan û tekez kirin ku Girên Golanê axa Sûriyê ye û ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagîrkirin.

Herwiha wan welatan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de da zanîn ku ew serweriya Îsraîlê li ser Girên Golanê qebûl nakin ji ber ku qebûlkirina vê yekê li dijî biryarên NY yên hejmar 242 û 497 ye.

Pêr bi amadebûna Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, Serokomarê Amerîka Donald Trump biryarnama pejirandina desthilata Îsraîlê li ser bilindahiyên Golanê îmze kir.

Başa dön tuşu