NûçeRojhilatanavinSûriye

Serketina artêşa Sûriyê; Vê carê li Tedmûrê

Artêşa Sûriyê li dewama pêşdeçûnên xwe karî çend navendan ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê bi piştgiriya balefirên cengê yên Rûsiyê li rojava bajarê Tedmûrê li parêzgeha Humsê azad bikin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavkaniyeke meydanî li artêşa Sûriyê roja sêşemiyê ragihand: Yekîneyên artêşê çend  navend ji wan navenda stratejîk a El-Efxanê li rojava Tedmûrê piştî pevçûnên  tund tev terorîstên  DAIŞ`ê xistin bin kontrola xwe.

Eva li halekî ye ku  operasyona  paqijkirina  derdora gundên El-Beyze El-Şerqiye û El-Beyze El-Xerbiye ji maynan û bombeyên ku DAIŞ`ê li riya bakurê rojhilata Tedmûrê bi cih kirine, didome.

Bajarê dîrokî yê Palmîrayê par piştî çend heftiyan şerê giran navbera hêzên artêşê û terorîstan ji lepên DAIŞ`ê hat azadkirin.

Her wiha fermandeyekî meydanî li artêşa Sûriyê ragihand: Hêzên sûrî gundê Bîre El-Bab û Tepe stratejîk a El-Hewarê li derdora rojhilata Helebê xistin bin kontrola xwe.

Vî fermandeyê meydanî diyar kir: Artêş pêşdeçûnên xwe li derdora bajarê Babê ber bi navça Tadifê didomîne û terorîstên DAIŞ`ê li halê reviyana  ber bi rojhilatê va ne.

Sûriye zêdetir ji 5 salan e ji ber hizûra grûpên çekdar û terorîstî yên mîna DAIŞ`ê û bereya El-Nusreyê ku ji aliyê welatên rojavayî  û hin welatên navçê piştgirî dibin, rastî qeyranê hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu