ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Cîhangirî: Dijminê Îran û Sûriyê yekê

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê hema weke serdema têkoşîan dijî têrorîsmê, di serdema veavakirinê jî dê li kêleka gel û dewleta Sûriyê be.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Îshaq Cehangîrî roja Sêşemiyê li hevdîtina bi Hemûde Sebax, Serokê Parlimana Sûriyê, li ser pêwîstiya sekinîna li hemberî komployên dijminan pêgirî kir û got: Amerîkîyan dema ku nekarîn di warê leşkerî da bi ser bikevin, bi guhertina siyasetê hewil dan ku bi zextên siyasî û aborî li dû serêxwegirtina armancên xwe bin.

Hemûde Sebaxê serokparlimanê Sûriyê jî li vê hevdîtinê got: Îran û Sûriyê dijminê hevpar hene û îro rojê ev dijminê hevpar li dû ziyangihandina li berjewendiyên du gelan e.

Alîkarê Yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di serê desteyeka siyasî û aborî gihîşte Şama paytexta Sûriyê û roja Sêşemiyê çû dîtina Bişar Esedê serokomarê vî welatî.

Başa dön tuşu